Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli seyrangeha Devegeçidiyê seh kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Seyrangeha Devegeçidiyê kir û rewşa wê seh kir. Seyrangeh li ser 186 hezar metrekareyî ye û tê de melevangeh, xaniyên darîn, kafeterya, yarîgehên zarokan û amûrên fîtnessê hene.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, serdana Seyrangeha Devegeçidiyê kir û rewşa wê seh kir. Seyrangeh bi ser Serokatîya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan e li ser 186 hezar metrekareyî ye û tê de melevangeh, xaniyên darîn, kafeterya, yarîgehên zarokan û amûrên fîtnessê hene. Mizrakli der barê seyrangehê de agahî ji rayedaran wergirtin û ji ber keda wan spasiya karkeran kir û cejna wan a qurbanê pîroz kir.

Xaniyên darîn û kerpîçê amade dibin

Mizrakli, xaniyê darîn û xaniyê kerpîçê ku di nav Seyrangehê de tên avakirin seh kirin. Ev xanî, nimûneya xaniyên sereke yên Mezopotamyayê ne. Mizrakli bal kişand ku ev xaniyên ekolojik in û got ku şaredarî dê van avahiyan li seyrangehên din jî çêke.

Melevangeh jî li ser 288 metrekareyî tê avakirin, Mizrakli seha wê kir û got ku ji bo Seyrangeha Devegeçiyê bibe cihekî balkêş ew ê stûnên ronîkirinê daçikînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan