Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli xebatên asfaltkirinê seh kirin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel Hevserokên Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz û Davut Kesen, xebatên asfaltkirinê ser cadeya Jiyan, Baba Tahîr û Dorşînê tên meşandin raçav kirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ligel Hevserokên Şaredariya Peyasê Kezîban Yilmaz û Davut Kesen û endamên meclisa şaredariyê, xebatên asfaltkirinê ser cadeya Jiyan, Baba Tahîr û Dorşînê tên meşandin raçav kirin. Serokê Daîreya Çêkirina Rê û Kordînasyona Binesaziyê Kasim Yalçin der barê xebatan de agahî dane Mizrakli. Mizrakli, li nav rêyên asfaltkirî gerîya û ji ber xebata wan destxweşî li karkeran kir. Niştecihên devera asfaltkirî, ji ber vê xizmetguzariyê destxweşiya Hevşaredar Mizrakli kir û di xebata wan de serkeftin jê re xwest.

Mizrakli bal kişand ku li van cadeyên karê asfaltkirinê tê meşandin gelek saziyên perwerdeyê hene û got ku ji ber vê yekê gelek kar li ser van cadeyan heye, ji ber hindê jî rê xweş diperitin, lewre jî piştî asfaltkirinê dê lewheyên hişyariyê bêne danîn da ku erebe hêdî li van rêyan biajon.

Tê çaverêkirin, xebata asfaltkirina cadeya Jiyan, Baba Tahîr û Dorşînê demeke nêzik bi encam bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan