Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli xebatên peyzajan venêrtin

Li navçeya Peyasê xebatên peyzajê li Cadeya Dorşîn dest pê kirin, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, ev xebat seh kirin û der barê çawanîya wan de agahî ji rayedaran wergirtin.

Serokatîya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Peyasê xebatên peyzaja cadeya Dorşîn dan destpêkirin. Hevşaredar Mizrakli çû cihê xebatê û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin. Mizrakli xwest ku li bulvara ser vê cadeyê peykereke jinane bête daçikandin û der barê nebatan de jî bîr û raya xwe bi rayedaran re parve kir. Karê axguhastin û binesaziya bulvarê bi encam bûye û çaverê ye demeke nêzik devî û teraşên cure cure lê bêne daçikandin.

Piştî sehbêrîya vê derê Mizrakli berê xwe da cadeyên Leyla Qasim, Azadî û Talaytepeyê. Der barê xebatên van deran de Mizrakli agahî ji karbidestan wergirt û bo keda wan destxweşîya karkeran kir. Mizrakli bal kişand ku piştî dar û devî li van rêya hatin danîn dê rewş û xemla vê derê jî biguhere.

Mizrakli piştre berê xwe da navçeya Baglarê û sehêtîya cadeyên Evrim Alataş, Şengal, Ahmet Kaya, Hashawar, Haskêf û Siwêregê kir û xwest li refûjên van cadeyan catir û pûng bên çandin. Mizrakli der barê dar û devîyan de bi xebatkaran re şêwirî û got, pêwist e dar ji derve neyêne kirrîn, çêtir e em piştgiriya hilberînerên xwecihî bikin.

Di vê serdan û saxtîya li peyzajan de, li gel Hevşaredar Mizrakli, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekin û endamên meclisa şaredariyê jî amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan