Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Mizrakli xelat dan dibistanên pîl dane hev

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, xebatên dibistanên herî pir pîlên qediyayî dane hev danê. Serokatiya Daîreya Parantin û Kontrola Jîngehê di sê kategorîyan de kampanya berhevkirina pîlan dabû destpêkirin, 91 dibistanan beşdarî tê de kir û 2 ton û 820 gr pîlên kevin hatin vêkdan.

Serokatiya Daîreya Parantin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2018-2019 ya perwerde û hîndekariyê de, di sê kategorîyan de kampanya berhevkirina pîlan dabû destpêkirin, 91 dibistanan beşdarî tê de kir û 2 ton û 820 gr pîlên kevin hatin vêkdan. Xelat li Salona Perwerdeyê bi destê Hevşaredar Mizrakli hatin dayîn.

Hevşaredar Mizrakli, ji ber beşdarî kampanyayê bûne spasiya dibistanan kir û got, “Li Amedê çi di warê surişta mirov de çi jî di warê hişmendiya bajarvaniyê de divê dest bidine hinek tiştan û wan bi pêş bixin. Di vî warî de bi qasî dêwbavan em hemû xwedan berpirsyarî ne. Lê helbet vê herî baş hûn mamoste dikarin bidine wan. Lewre jî hişmendiya der barê parastina jîngehê, avêştiyên pîl û gend gelaşan, hişmendiya enerji û îsrafê herî baş mamoste dikarin ji xwendekaran re bidin zanîn.”

Piştî axaftinê Mizrakli xebatên dibistanan danê. Li gorî vê bi 118 kg Kayapınar Kız Anadolu İmam Hatip Lisesi Uygulamalı Anaokulu, bi 60kg Minikler Anaokulu, bi 354,7kg Mehmetçik İlkokulu, bi 180,1 kg Sezai Karakoç Anadolu Lisesi, bi 139,8 kg Muazzez Sümer Mesleki ve Teknik Anadolu Lisesi û bi 132 kg Rekabet Kurumu Anadolu Lisesi hêjayî xebatê hatin dîtin.

Hate destnîşankirin k udi kampanyaya îsal de 2 ton û 820 kg pîlên kevin hatine berhevkirin û pîl ji bo ji nû ve bêne veguherandinê bo Kocaeliyê hatin hinartin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan