Mizrakli xizmetên şaredariyê seh dike
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, xizmetguzariyên li Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî û Îtfaiyê venêrtin.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, xizmetguzariyên li Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî û Îtfaiyê venêrtin. Mizrakli, ewil serdana Serokatiya Daîreya Îtfaiyê kir û der barê xebatan de agahî ji rayedaran wergirtin. Mizrakli der barê xizmetguzariya Îtfaiyê de agahî wergirtin û kameraya termal ku di hawar û xebatên rizgarkirinê de tê bikaranîn, seh kir.
Mizrakli diyar kir ku ekîba noqavê ser asta herêmê ye û di nav hefteyeka dawîn de di hawara 3 rûdanên xeniqandinê de rabûne û got ku îtfaiye jî di serî de agirpêketin, di hawara wêranbûn, hilweşîn, rizgarkirina heywanan û ya wesayitan de diçe. Mizrakli bal kişand ku rizgarkirina mirovan gelek giring e û ji ber keda wan destxweşiya xebatkarên îtfaiyê kir.
Mizrakli, di serdanê de bal kişand ser şewatên pirêzeyan û hişyarî li neferên îtfaiyê kirin. Mizrakli diyar kir ku di serdanên gel muxtaran de ew ê şewatên pirêzeyan binirxînin û got ku ji bilî vê ji bo hişyariyek di vê mijarê de çêbe, ew ê der barê şewatên pirêzeyan de xebatên agahdarkirina ser medyayê bimeşînin.
Piştî îtfaiyê Mizrakli serdana Navenda Çand û Kongreyan kir û salonên şanoyê ku hezar û 712 kesî radigirin, seh kirin. Mizrakli da zanîn ji bo pêşangeh aktif bibin ew ê xebatê bikin ku hemû hunermendan bangî vê derê bikin û got ku deriyê wan ji bo hunermendan vekiriye.
Mizrakli pişt re serdana Atolyeya Seramîkê li Navenda Çand û Kongreyan kir û berhemên vê derê hatine hilberandin raçav kirin. Mizrakli aşkere kir ku hunermend dikarin dîwarê bendê yê Deriyê Mêrdînê û Pira Qabê birengînin. Mizrakli diyar kir ku bajêr xwe bi bermayî û bîrdariyên xwe nîşan didinû got ku ew ê bajêr bi bermahiyên hunerî derxin pêş.
Di serdana li Navenda Çand û Kongreyan de welatiyekî tabloyek dîyarî Mizrakli kir.
