Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Odeya Zîraetê ya Yenîşehrê serdana Mizrakli kir

Serokê Odeya Zîraetê ya Yenîşehrê Suleyman Îskenderoglu ligel endamên jûrê, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.

Serokê Odeya Zîraetê ya Yenîşehrê Suleyman Îskenderoglu ligel endamên jûrê, serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û di wezîfeya wî de serkeftin xwest. Di serdanê de Îskenderoglu û şanda pê re pirtûk diyarî Mizrakli kirin. Mizrakli kêfxweşiya bi serdanê anî ziman, diyarîkirina pirtûkan bi nirxdarî pejirand û bo vê diyariya xweşik spasiya mêvanên xwe kir.

Pîrozkirin berdewam e

Hevşaredar Mizrakli 16ê nîsanê destûrnameya xwe wergirt û jê pê ve ji 7 heta 70 saliyê ji aliyê gel ve tê ziyaretkirin. Parlamentere HDPê yê Bidlîsê Mahmut Celadet Gaydali, Rêveberiya HDPa Başakşehîrê ya Stenbolê, Serokê Desteya Rêveber a Fifoşgeha Foruma Diyarbekirê û Midûrê Giştî, ligel komên welatiyan serdana Hevşaredar Mizrakli kirin û daxwaza serkeftinê lê kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan