Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Panela “Malbata bextewar siberoja bextewar”

Serokatîya Daîreya Karûbarên Jin û Malbatê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan a Cîhanê bi beşdarîya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û hevjîna wî Ayşe Guzeloglu panela “Malbata Bextewar Civaka Bextewar Siberoja Bextewar” li dar xist.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Jin û Malbatê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundûtûjiya Ser Jinan a Cîhanê bi beşdarîya Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu û hevjîna wî Ayşe Guzeloglu panela “Malbata Bextewar Civaka Bextewar Siberoja Bextewar” li dar xist. Panelk li Navenda Çand û Kongreyan bi rê ve çû, Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, hevjîna wî Ayşe Guzeloglu, parlamenter Ebubekir Bal, Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Muhsin Eryilmaz, Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman û rayedarên saziyan û komek welatî di panelê de amade bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin, li derwazeya salonê stantek danî, di stantê de broşûrên der barê 25ê Mijdarê de hatin danîn û li beşdaran hatin belavkirin.

Di panelê de Walî Guzeloglu axaftineke dirêj der barê jinan û giringiya jinan de kir û bal kişand ser mafên jinan û amaje bi hindê kir, malbateke bextewar, heman wextê civakeke bextewar jî bi xwe re tîne, jixwe civakeke bextewar siberojeke ronak û bextewar ava dike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan