Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Partiyên ‘tifaqa kurdî’ serdana Mizrakli kir

Nûnerên partiyên siyasî yên kurdî ku di hilbijartina xwecihî de tifaq gel HDPê kirin, ligel parlamenterên HDPê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier serdana Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir û daxwaza serkeftinê lê kir.

Di Hilbijartina Xwecihî ya 31ê Adarê de Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ligel partiyên siyasî yên kurdî tifaqa kurdî damezirand. Di nav tifaqê de Platforma Demokratên Kurdistan (PDK) Tevgera Azadî, Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komînist a Kurdistan (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (KDP-T) û Komela Kurdên Demokrat û Şoreşger cih digirin, nûnerên van partiyan serdana Hevşaredar Adnan Selçûk Mizrakli kir.

“Em ê bi hev re pirsgirêkan hel bikin”

Di serdanê de çapemenî jî amade bû, Mizrakli mêvanên xwe li ber deriyê protokolê pêşwazî kirin û got, “Ew ne siyasî ne jî civakî şaredariyê wek şaredariyeke bûrokratîk nabînin, bo wan şaredarî mala gel e.” Mizrakli, bal kişand ser giringiya bicihbûna demokrasiya civakî û got ku bi yekgirtinê ew ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Mizrakli bal kişand ser dema borî, bi bîr xist ku piştî pêvajoyeke giran û ezmûneke tal hatina vê qonaxê gelek zehmetiyên wê hene û got ku divê ev ne bi ser takekesî bi ser civakî bête nirxandin û em jî wek xizmetkarên vê heyamê, bi hev re xwe didin ber vî barê giran û em ê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.

Em rê nadin îsrafê

Hevşaredar Mizrakli diyar kir ku roja hatine ser wezîfeyê biryara wan e ku ew ê rê nedin îsrafê û çavkaniyên heyî bi gel re bi awayekî wekhev belav bikin. Mizrakli weha got, “Em dikarin aqilê dahêner, enerjî û destkeftiyên wê çawa têkilî vê derê bikin. Li xwecihî kapasîteyeka mezin heye, ligel vê divê em sûdê ji gerdûniyê jî werbigirin. Di serî de konseya bajêr em ê hemû pêkhateyên bajêr têkilî mekanizmaya xwe ya biryaran bikin.”

Mizrakli bal kişand ku piştî ew dîmen bi raya giştî re hatin parvekirin di wijdana civakê de birîneke mezin vebûye û got ku ev bergê rapora qayûman in. Mizrakli diyar kir ku dema pêş ew ê belgeyan bi her kesê re parve bikin û wêrankariya vê heyamê derxin pêş. Mizrakli aşkere kir ku ev berpirsyariyeke wijdanî, exlaqî û civakî ye. Mizrakli amaje pê kir ku divê xwe di raboriyê de asê nekin û dema pêş jî li gorî hêvî û daxwazên gelê xwe divê şaredartiyeke tevlêker, civakî û demokratîk ava bikin. lMizrakli xwest ku pêşniyaz jê re bêne kirin û ev serdan û çavpêketin bilind û nirxdar bi nav kirin.

Piştî Mizrakli parlamentere HDPê Îmam Taşçier axivî û got ku div ê hilbijartinê de tifaqa kurd xebateke baş û serkeftî meşandiye. Taşçiser bal kişand ku bi hev re bi ser ketine, xurt bûne û got, “Giring e ev tifaq di dema pêş de dewam bike. Divê ev tifaq bêt xurtkirin û bibe tifaqeke mayinde. Ji bo bajêr û herêma xwe em ê destê xwe bidine hev û pêkve xebatê bikin.”

Serokê Giştî yê PDK-Tê Mehmet Emin Kardaş jî bi bîr xist ku yek ji armanca tifaqê ew bû ku dawî li qayûman bînin û heqê gel dîsa bidin destê wî. Kardaş weha got, “Me tifaqa hilbijartinê kir, em bi ser ketin. Niha bo serkeftinên mezintir di bin banê heman tifaqê de em ê berdewam bin. Gelê me bi salan e li benda yekitiya neteweyî bû. Divê ev yekitî bidome. Bi ya min, divê kesên derî tifaqê mane jî daxilî tifaqê bêne kirin û tifaq çend berfireh be û bajarê me, bo herêma me dê baştir be.”

Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek jî bal kişand ser tifaqê ku rola wê di pêkanîna demokrasiya navxweyî de çiqasî giring e û got, “Divê bi gel re biryar bêne girtin û gel daxilî biryarên rêvebirinê bêne kirin. Divê bi gel re biryar bên girtin û bi gel re ew biryar bên dabînkirin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan