Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Perwerdeya hişmendiya afetan didome

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya perwerdeyên hişmendiya afetan de, perwerdeyên teorîk û pratîk yên ji bo mamoste û xwendekaran berdewam dike.

Serokatiya Daîreya Karên Afetan, li dibistanan perwerdeyên hişmendiyê li dar dixe der barê tiştên ku divê di dema afetan û piştî afetan de bên kirin. Di vê çarçoveyê de, di perwerdeyên hişmendiya afetan yên ku li Dibistana Seretayî ya TOKÎya Habeşî hatin lidarxistin de, ji mamoste û xwendekaran re hat gotin ka di erdhej, şewat û afatên din ên mimkun de divê çi bikin.

Perwerdeya pratîk

Di perwerdeyê de, ewilî ji xwendekaran re behsa awayên tevgera rast di têkoşîna li dijî afetan û di dema erdhejê de, sepandinên valakirina bilez û destwerdana ewilî li şewatê hat kirin. Piştre, mamoste û xwendekar li hewşa dibistanê hatin cem hev û destwerdana li şewatên mimkun bi tûpa vemirandina agir bi awayekî pratîkî hate tatbîqkirin.

Bi perwerdeyên hişmendiya afetan re, armanc ew e ku bi dayîna perwerdeyan der barê tiştên ku divê berî, di dema û piştî afetan bên kirin de, welatî di afetan de tevgereke rast nîşan bidin.

Perwerdeyên hişmendiya afetan, di çarçoveya protokola bi Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî re hatî çêkirin de, wê di rojên pêş de li dibistanên din jî bidomin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan