Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Perwerdeya şanoyê dewam dike

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta şanoyê bi kesanên di ser 15 saliyê re bide hezkirinê kursên şanoya pratîk, bi awayekî bêpere li dar dixe, perwerdeya van kursên şanoyê berdewam e.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kesanên di ser 15 saliyê re kursa şanoya pratîk ya bêpere li dar dixe. Mebesta vê kursê ew e şanoyê bide hezkirinê û 60 kes ji vê kursê sûdê werdigirin. Kurs, li şanogehên Navenda Çandê û Kongreyan tên dayîn, kurs bêpere ne û di kursê de hunera şanoyê, dramaya afrîner, diksiyon, şan, rîtm, tekst, makyaj, aksesuar, kostûm, dekor, teknîkên sehneyê, ronahîya sehneyê, deng û bingehên leyîzvaniyê tên nîşandayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber serlêdan û daxwaza zêde kursiyer dabeşî du celeban kirin. 60 kes dê 90 rojan kursa şanoya pratîkî bibînin. Şaredarî kursa gruba yekê dê nîsana 2020ê bi dawî bike, gruba dî jî dê ji nîsana 2020ê pê de dest bi kursê bike. Her grûbek dê 90 rojan şanoyê bielime.

Di encamê de 120 kursîyerên di ser 15 saliyê de dê fêrî şanoyê bibin û di encamê de dê sertifikaya bi îmzeya MEBê werbigirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan