Pêşangeha Bêrîvan Ekîncî
Şaredariya Bajarê Mezin, pêşangeha wêneyan a akademisyen Bêrîvan Ekîncî ya bi navê “Pêşangeh Bi Ala Zer e” pêşan da.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi çalakiyên xwe yên çandî û hunerî û bi kursên xwe di gelek waran de xizmetguzariyê ji welatiyan re dike û piştgiriya hunermendan dike.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, pêşangeha akademîsyena Diyarbekirî Bêrîvan Ekîncî ya bi navê “Pêşangeh bi ala zer e” li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç gihand pêş hunerhezan.
Ekîncî li hundir û derveyî welat bi xebatên çandî radibe, di vê pêşangeha xwe de rengê zer ê erdnîgariya xwe û renge şîn ê behrê bi şêwazeke hunera bilind gihandine hev û xistiye ber heza hunerhezan.
Di pêşangehê de hunera video, wêne, xebatên boyaxa kizî hene û pêşangeh heta 28’ê îlonê ji hunerhezan re vekirîye.
