Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

"Me niyet bi Remezana pîroz"

Walî Karaloglu:

“Meha rojî, Quran, hevgirtin û manewîyatê Remezana Pîroz li we mibarek be.”

Şaredariya Bajarê Mezin, bi dirûşmeya “Me Niyet Kir Ji Remezanê re” dê bi gelek bernameyên li ser medyaya civakî bibe mêvanê mala xelkê Diyarbekirê.”

Îsal ji bo rojî remezaneke cudatir bête pêşwazîkirin Şaredariya Bajarê Mezin, Meydana Mizgefa Fatîh Paşa (Qurşînî) ji bo bernameyak terxan kir û ji ber nexweşiya vegir jî bername dê di qada dîjîtal de bêne weşandin.

Bernameyên şaredariya bajarê mezin, gotûbêjan, sohbetan, dîwanê dengbêjan, raberkirina şîrînahiyên xweserî bajêr, vegotina helbet û çîrokan li xwe digire û dê li ser medyaya civakî bigihêje gelê Diyarbekirê.

“Em ê bi we re bin”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, bi boneya hatina rojî Remezanê peyamek weşand û tê de got: “Ji ber nexweşiyê em ê vê rojiyê nikaribin bibin mêvanên fitar û paşîvên we, ji bo vê em xemgîn û dilgiran in. Bila rojî Remezana we, ku meha rojî, Quran, hevgirtin û manewiyatê ye li we pîroz û mibarek be. Her çend em ê ikaribin di fitarê de bibin mêvanê sifreya we, em ê bi kartên sosyale, bi xwerdemeniya fitarê û duayên xwe bi we re bin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan