Peyama Walî ya 29ê Kewçêrê Cejna Komarê
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu bi boneya 29ê Kewçêrê Cejna Komarê peyamek weşand.
Komar serencama bawerî, wêrekî û canfedakariya miletê me yê ezîz e ku niha dikeve 96 saliya xwe, em ber bi serdemeke nû ve diçin û em di rêya milet û welatekî mezin de gavên mezin diavêjin. Ev yek dilperoşiyeke mezin dide me.
Yêkane hêza ku komarê li ser lingan dihêle milet bi xwe ye. Miletê me, Komar hebandiye û bi dil û can hemû nirxên wê hembêz kirine. Çawa ku di şerê rizgariyê de bi saya tifaq û hevgirtina xwe em bi ser ketin, roja îro jî ji bo serederî bi hemû alozî û girjan re bikin pêdiviya me heman ruhê yekgirtî heye. Hindî ku em xwedanê vê hestê bin, çi kesp û asteng nikarin xwe li ber me ragirin.
Komara Tirkiyeyê heta îro çawa ber bi armancên xwe ve rêyeke ronak qeter kiriye û gihîştiye îro, ji îro pê de jî bi heman şewq û ronahiyê dê ber bi armancên 2023, 2053 û 2071ê ve here pêş û dê demokrasiya xwe, aboriya û dîplomasiya xwe ya xurt bi hêvî bimeşîne.
Ez bi van hest û hizran; di salvegera komara me ya pîroz de, têkoşîna miletê me ya bo azadiyê bi bîr tînim û 29ê Kewçêrê Cejna Komarê li xelkê Diyarbekirê pîroz dikim. Bi wê wesîleyê, ez Gazî Mustafa Kemal Ataturk, rêhevalên wî û şehîdên me yên bi xwîna xwe erda pîroz a vî welatî avdayî bi rêz û minet bi bîr tînim.
Cejna Komarê li we pîroz be.
Hasan Basrî Guzeloglu
Walîyê Diyarbekirê
Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin
