Peyarê bi ava tazyik tên şûştin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku xebata paqijiya xwe ya rojane pêk tîne, berî Cejna Remezanê peyarêyan bi ava tazyik dişon.
Serokariya Daîreya Parastin û Sehkirina Hawîrdor aŞaredariya Bajarê Mezin a Amed, berî Cejna Remezanê li tevayî bajêr bi ava tazyîk dest bi şûştina peyarêyan kir. Bi destpêkirina germê re starta kar li navçeya Yenîşehîrê, li cadeyên Elezîz, Büyükalp û Kişleyê destpê kir. Xebat, di saetên derengê şevê de ku hawirdor ji mirov û erebeyan xalîye,ji aliyê 3 tîmên cûda ve tê pêkanîn. Tîmên ku peyarêyên her du aliyên cadeyan bi ava tazyîk şûştin, hawîrdor ji toz û heriyê pak kirin.
Xebata paqijkirina peyarêyan ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye destpêkirin wê heta Cejna Remezanê berdewam bike.
