Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Peykerê “Veguherînê” li Bûlwara Dîclekent’ê hate danîn

Peykerê “Veguherîn” yê ku ji aliyê hunermend M. Salih Coşkun ve ji malzemeyên beravêtî hatibû çêkirin li navçeya Peyasê Bûlwara Dîclekent’ê hate danîn.Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, serdana qada ku peyker lê hatibû danîn kir û ji ber keda wî destxweşî li Coşkun kir.

Xebatkarê Serokatiya Daîreya Park û Bexçeyan hunermend M. Salih Coşkûn, bi peykerê xwe “Veguherîn” yê ku ji malzemeyên beravêtî çêkîrî xwest pê balê bikşîne ser rewşa xweza û şûneve vegerandinê li Bûlwara Dîclekent’ê ya navçeya Peyasê hate danîn. Piştî ku peykerê “Veguherîn” hate danîn Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mirzakli, pîrozbahiya Coşkûn kir. Paşê Mizrakli, bi xebatkaran re li ser peyzaja ku wê li bûlwarê bê çêkirin axivî, kesên ku bi erebeyên xwe di rê de diçûn bi dengê qornê silav li wan dan. Hindek hewlatî jî ji erebeyên xwe daketin û hatin ba Mizrakli û di karê wan de hêviya serkeftinê li wan kirin.

Xebata peyzajê li bûlwara ku peykerê “Veguherîn” lê hate danîn

“Serokatiya Daîreya Park û Bexçeyan li bûlwara ku peykerê “Veguherîn” lê hatiye danîn xebata peyzajê bide destpê kirin. Serê pêşî wê ciyê otoparkê bê berfireh kirin û kolan. Piştî kolana axê wê şînkahî li bûlwarê bê çandin û kulîlk bên danîn.

Venêrîna Parka Perwerdeya Trafîkê hate kirin

Piştî bûlwara Dîcleyê, derbasî Parka Perwerdeya Trafîkêya li navçeya Rezan Taxa Bağcılar bû di derbarê xebatê de ji xebatkarên berpirs agahî werîgirtin. Mizrakli, destnîşan kir ku ev park ji bo zarokan gelek giring e û daxwaz kir ku kêmasiyên heyî bên çareser kirin. Mzirakli ji bo vekirina Polîklînîka Diranan ku di nav parkê de hatiye çêkirin got, pêwist e zûtirîn wext were temam kirin û xizmetê bide, ji bo hewlatî bêtir bi rihetî karibin bên parkê û parkê bikar bînin daxwaz kir ku deriyên nû li parkê bên vekirin.

Endamên Meclîsa Şaredariyê jî beşdarî gergana Mizrakli ya venêrîna Bûlwara Dîclê û û Parka Perwerdehiyê bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan