Pîrozbahiya bo hevşaredaran didome
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê 16ê Nîsanê bi wergirtina destûrnameyê dest bi kar kir, serdanên bi boneya pîrozbahiya hevşaredaran berdewam e.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê 16ê Nîsanê dest bi wezîfeyê kir. Serdana pîrozbahiyê a welatî saziyên civaka sîvîl û komelan bo hevşaredaran dewam dike. Hevşaredar mêvanan li Şaredariya Bajarê Mezin pêşwazî dikin û pîrozbahiyan qebûl dikin. Li ser banga hevşaredaran di serdanan de şûna kulîlkan pirtûk tên qebûlkirin.
