Pîrozkirina hevşaredaran didome
Rêveberiya Bajêr a Partiya Saadetê, endamên DÎMEKê û Rêveberiya Herêmî ya Pîşesaziya Bi Organîze serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik kir û ew pîroz kirin.
Rêveberiya Bajêr a Partiya Saadetê, endamên DÎMEKê û Rêveberiya Herêmî ya Pîşesaziya Bi Organîze serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik kir û ew pîroz kirin. Şandeyan di serdanan de daxwaza serkeftinê li hevşaredaran kirin, li şûna kulîlkan bo pîrozbahî pirtûk pêşkêşî hevşaredaran kirin.
Hevşaredaran diyar kir ku ew ê bajêr bi hemû pêkhateyên wê ve bi hev re bi rê ve bibin û got, “Em ê bi hev re ji bo Amedê bixebitin. Bi hêza me ji gelê xwe girtî, em ê xizmetguzariyeka herî baş pêk bînin.”
