Piştgiriya bêrmên avê ji bo cotyaran
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta yarmetî ligel cotyaran bike li 45 gundan 55 bêrmên avdanê çêdike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotyar û heywandaran li gund û gundewaran xebata piştgiriya bi gundiyan re didomîne.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarîyê, bi vê mebestê li gundên ku ji ber hişkesaliyê pirsgirêka wan a avê ji bo avdana heywanan û avdana zeviyan heye, 55 bêrman çêdike.
Ekîbên şaredariyê li 45 gundên bi ser Çermûg, Pîran, Henê, Hezro, Pasûr û Licê dest bi lêkirina birk û bêrmên avdanê kir. Her weha ekîb bêrmên ku berê welatiyan bi derfetên xwe çêkiribûn û niha bêserober bûne, derz pê ketine û benda wan hilweşiyane jî dê ji nû ve çêke.
Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî Nîhat Nurbakî çû gundên Nêrçik û Beyrûkê yên bi ser Pasûrê çavdêrî kirin û çêkirina bêrman di cih de venêrt.
Nurbakî bi muxtar û gundiyan re hevdîtinek pêk anî û got ku Şaredariya Bajarê Mezin bi serperiştiya Walî Munîr Karaloglu, ji bo çareserkirina pirs û pirsgirêkên gundiyan çi ji destî tê texsîr nake.
“Heçî keda wan heye Xwedê ji wan razî be”
Muxtarê gundê Nêrçikê Mehmetcan Çelîk, bi bîr xist ku wan berê di demsala biharê de bi bêr û meran ev bêrm ji heriyê çêdikirin.
Muxtarî bi bîr xist ku îsal ji ber hişkesaliyê ava bêrmên wan zuha bûye û got, “Me bi ava birkan pezê xwe av dida, zeviyên xwe av didan. Ji bo şaredarî ji me re bêrman çêke me serlêdana xwe kir. Niha bêrmên me ji betonê tên çêkirin, êdî av jê naçirize. Di serî de rêzdar Walî, heçî kesî keda wan di ber vê xizmetê de heye, ez dibêjim Xweda ji wan razî be.”
Heçî muxtarê gundê Beyrûkê Eren Yakut e bal kişand ku bêrmên wan bi xwe çêkirî têra dabînkirina daxwazên wan nekiriye û weha axivî:
“Ji wan bêrmên me yên bo avdana heywanan û zeviyan tenê 10 gundiyan karibî jê sûdê werbigirin. Lê niha 30 gundî dê karibin sûdê jê werbigirin. Çi kesê keda wan tê de heye, Xwedê ji wana razî be.”
