Piştgiriya sitaregehên bi enerjiya tavê ji bo hilberînerên hingivîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo berzkirina qelîteya hingivîn li bajêr, ji bo çareserkirina pirsgirêka stargehên hilberîneran, “Stargehên Hingivînkarên bi enerjiya Tavê” li ser 30 hingivînkaran belav kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştgiriyê dide karê hilberînerên herêmî. Serokatiya Daîreya Kar û Barên Mixtaran ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Yekîtiya Hingivînkarên Mêşa ya Amedê û Yekîtiya Hilberînerên Hingivîn ê Amedê ji bo hevkariyê di nav çarçoveya projeya “Sazûmanên ku Himeta Enerjiyê û Stargehên Mêşvanan Dike” li ser 30 hilberînerî “Stargehên Mêşvanan” belav kir. Ekîba Serokatiya Daîreya Kar û Barên Mixtarên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ku berê panelên enerjiyê li ser hilberîneran belav kiribûn, vê carê jî stargehên amade kirî li wan belav kir.
Stargeh bi 2 metreyî bilind û ji 12 metre çargoşeyî ne. Ji bo bandora kêşûhewa ne baş li ser neyêt rûberê derve bi sacê gakvanîzî, rûberê hûndir 6 mm kontrplak û navberê bi 25 cm strafor dagirtîye, portatîf e ku yek dikare jihev veke û girê bide. Derîyek û 3 pencereyên stargehê hene û ji bo parastina ji pêşiyan jî perdeya mêşan li ber pencereyan e. Di nav stargehê de ji bo hilberîneran 3 ref ji bo mitbexê hatine bi cî kirin.
Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hinvivîn Alî Riza Demîr, ev stargeha ji bo hilberîneran wekî mala wan a duyemîn in, bi saya Panelên Tavê û Stargehan hilberîniya me zêde bû. Wekî mînak ji bo şarz kirina telefona xwe li şûna em biçûna gund em bi enerjiya panelan şarz dikin û li ciyê xwe zêdetir karê xwe dikin. Demir, ji bo panel û stargehan spasiya rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin kir.
