Plana nû ya hatûçûna bajêr a Diyarbekir hate diyarkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Plana Master a Hatûçûnê de tora xwe ya veguhastinê berfireh kir û xeta nû ya otobûsan danî. Ev xeta nû ji 4 rêbarên sereke û 4 rêyên dî pêk tê û 83 otobûs ser vê xetê dê kar bikin û xet ji 15’ê Adarê pê ve dest bi xizmetê dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, li gorî daxwazên welatiyan û li ser pêdiviyên bajêr xizmetguzariyeke berfireh dike û bi vê mebestê Plana Master a Veguhastinê revîze kir û rêgehên nû ji bo xetên komsiwariyê dabîn kirin.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, li ser xeta sereke A1, A2, A3 û A4 rêgehên nû vekirin û bi vî awayî serê her 8 deqe carekê dê sefereke hatin û çûyinê bihête kirin. Ji bo barê van rêgehan siviktir bibe bi 4 xetên rex ve dê xizmet bête kirin. Li ser van xetan bi tevayî dê 83 wesayitên komsiwariyê xizmeta guhastina rêwiyan bikin.
