Qesra Şehzade dibe “Mala Çandê ya Sezaî Karakoç”
Şaredariya Bajarê Mezin, Qesra Şehzade ya li navçeya Sûrê wek Mala Çandê ya Sezaî Karakço terxan dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, şûnwarên dîrokî yên bajêr ji bo xizmeta çand û hunera bajêr ji nû ve terxan dike û dixe ber xizmetê.
Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê, Qesra Şehzade ku ji roja çêkirî ve ye di jiyana perwerdeya bajêr xwedî raboriyeke gelekî dêrîn e restore kir û ji bo xizmetguzariya çand û hunerê amade kir.
Peyv bi hunerê dest pê dike
Bi vê projeyê re, ev qesir dê bi navê Sezaî Karakoç ku yek ji “7 Mirovên Delal” ên Wêjeya Tirkî ye bête bibîranîn û bibe şûngeha wêjeya tematîk û mala çandê.
Dê li vê koçkê şevbihûrkên helbestxwendinê, nirxandina pirtûkan, gotûbêj û panel bêne lidarxistin, şair û nivîskar dê liv ê qesrê wek mêvan bên pêşwazîkirin û ev der dê bibe dîwaneke huner û hunerhezan.
Îhaleya qesrê hate kirin
Ji bo qesra Şehzade bibe mala çandê di 31’ê tebaxa 2021’ê roja sêşemê saet di 14.00’ê de li Salona Civînan a Şaredariyê îhale hate kirin.
Karê restorekirinê dê di nava 300 rojan de bi encam bibe û 9 fîrma ketin îhaleyê.
Di nirxandinê de nameyên fîrmayan hatin nirxandin ka çi kêmasiyên wan hene an tune ne.
Fîrmaya serkeftî li gorî rêziklnameyê piştî nirxandina pêşniyazan dê di demeke kin de bên aşkerekirin.
