Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Qeydên Dibistanên Spora Zivistanê dest pê kir

Qeydên bo dibistanên spora zivistanê ya bêpere, di bin banê Serokatîya Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin de dest pê kir.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta tevkariya zîhnî, ruhî û bedenî ya zarokan dibistanên spora zivistanê pêk tîne, mebest ew e zarok û ciwanan arasteyî werzîşê bikin. Rahênanên sporê li Dezgehên Sporê Yên Şaredariya Bajarê Mezin tên kirin, di gelek branşên sporê de xizmetguzarî tê meşandin.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, di fêrgehên spora zivistanê ya Tesîsên Sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin de kursên; atletîzm, badmînton, basketbol, jimnastîk, werzîşa bo astengdaran, fîtness, futbol, karete, kick boks, tenîsa maseyê, oryantiring, otizim, kişik, tenîs û voleybolê tên dîtin û qeydên wan dest pê kirin.

Ji bo qeydan li Sumerparkê dikarin serlêdan li Seroaktîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan bêne kirin. Kurs tevahiya zivistanê dewam dikin. .

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan