Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rawestgehên li bajêr hatin temîrkirin û paqijkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li rawestgehên ku li deverên cuda yên bajêr in, xebatên temîrkirin, nûkirin û paqijkirinê kir. Sekertiya Daîreya Veguhastinê xebatên xwe didomîne da ku rawestgehên çûnûhatinê yên ku di nav cihên hevpar ên welatiyan de ne, bikêrtir, paqijtir û biserobertir bikin. Li g

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li rawestgehên ku li deverên cuda yên bajêr in, xebatên temîrkirin, nûkirin û paqijkirinê kir.

Sekertiya Daîreya Veguhastinê xebatên xwe didomîne da ku rawestgehên çûnûhatinê yên ku di nav cihên hevpar ên welatiyan de ne, bikêrtir, paqijtir û biserobertir bikin.

Li gorî daxwazên welatiyan, ekîban di nava 4 mehên dawî de li 37 rawestgehan xebat meşandin. Di encama xebatan de 2 rawestgeh hatin çêkirin, 22 rawestgeh hatin veguheztin û birin cihekî ku pêwîstiyan bi cih bîne. Temîrkirin û nûkirina 13 rawestgehan hatin kirin û li gorî pîvanan hatin bicihanîn. Her wiha hemû rawestgehên li navenda bajêr hatin paqijkirin û şûştin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê li navenda bajêr qonaxa sazkirina 2 rawestgehên nû didomîne.

Ekîb li navenda bajar, navçe û bejahiyê ji bo rawestgehên nû xebatên diyarkirina cihan didomînin û dê di demeke kin de sazkirina rawestgehan biqedînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan