Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li gundan 2 hezar û 622 kîlometre rê hat vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber berfbarîna zêde li gundên 17 navçeyan xebatên paqijkirin û vekirina rêyan bênavber domand. Di çarçoveya xebatan de li seranserê bajêr bi giştî 2 hezar û 622,7 kîlometre rêyên gundan ji bo çûnûhatinê hatin vekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku li gundan çûnûhatin neqete, xebatên xwe yên têkoşîna li dijî berfê bi dijwarî domandin. Ji ber berfa hefteya borî rêyên gundên navçeyên Rezan (Baxlar), Peyas (Kayapinar), Sûr, Bajarê Nû (Yenîşehir), Pasûr, Licê, Erxenî, Farqîn, Bismil, Çinar, Gêl, Şankuş, Çermûk, Pîran, Karaz, Hênê û Hezro hatibûn girtin; li van deran xebatên berfireh hatin meşandin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, bi taybetî li herêmên bilind û li wan gundên ku rêyên wan zû bi zû tên girtin, xebatên paqijkirina berfê bi hev re meşandin.

Rêyên ku li navçeyan hatine vekirin:

Di encama xebatan de mîqdara rêyên ku hatine vekirin bi vî rengî ye:

•Rezan: 72,5 km

•Peyas: 22 km

•Sûr: 74 km

•Bajarê Nû: 10,7 km

•Pasûr: 475 km

•Licê: 85,8 km

•Erxenî: 187 km

•Farqîn: 251,5 km

•Bismil: 70 km

•Çinar: 128,5 km

•Gêl: 170 km

•Şankuş: 230 km

•Çermûk: 434,5 km

•Pîran: 139 km

•Karaz: 26,4 km

•Hênê: 187 km

•Hezro: 58,8 km

2 hezar û 622 km rê hat vekirin

Li seranserê bajêr di 17 navçeyan de bi giştî 2 hezar û 622,7 kîlometre rêyên gundan ji nû ve hatin vekirin. Ekîbên Şaredariyê ji bo rêyên din ên girtî jî 24 saetan li ser kar in da ku pirsgirêk di warê tenduristî û xizmetên lezgîn de dernekevin.

Werger: Omer Dilsoz

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan