Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rêya Teknokentê ya Sûrê ket ber xizmetê

Rêya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li pişt Teknokentê çêkir, ji bo welatî li qadên ku li navçeya Sûrê ji bo geşepêdanê hatine vekirin, pirsgirêkên çûnûhatinê nebînin, piştî ku xebat bi dawî bûn, ket ber xizmetê. Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Beşa Koordînasyona Çêkirin û Çaksaziya

Rêya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li pişt Teknokentê çêkir, ji bo welatî li qadên ku li navçeya Sûrê ji bo geşepêdanê hatine vekirin, pirsgirêkên çûnûhatinê nebînin, piştî ku xebat bi dawî bûn, ket ber xizmetê.

Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Serokatiya Beşa Koordînasyona Çêkirin û Çaksaziya Rê û Binesaziyê ve tên kirin de piştî rakirina binesaziyê, tijîkirina keviran û xebatên stabîlîzekirinê xebatên asfaltkirinê hatin kirin.

Di çêkirina rêya ku dirêjiya wê 2 hezar û 200 metre û firehiya wê 20 metre ye asfalta germ a binder hat bikaranîn.

Xebatên peyzaj û ronahiyê dewam dikin

Li her du aliyên rê jî 2 metre û nîv parket bê danîn, li ser peyarêyan jî xebatên darûberkirinê û ronîkirinê bên kirin.

Welatî dê rihettir seferê bikin

Bi temambûna rê re derfeta welatiyan peyda bû ku bi rehetî rêwîtiya xwe bikin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan