Rêwîtiya muzîkê ya zarokên Kervanpinarê bo ser sehnê hat veguhastin
Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin sêwana Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Huner û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji bo zêdekirina gihiştina zarokan a çalakiyên çand û hunerê xistiye jiyanê, berdewam dike. Yek ji qadên xebatê yên herî berfireh ên bernameyê ku çalakiyên çand û hunerê bi navenda bajar re sînordar nahêle û dibe taxên gundewarî, Taxa Kervanpinarê ya li navçeya Sûrê bû. Zarokên ku bi hefteyan li gel perwerdekaran xebatên bingehîn ên rîtim û notayan kirin, amûrên muzîkê nas kirin, stran ezber kirin û li ser performansa sehnê perwerde girtin, tiştên hîn bûne di konsereke li taxa xwe de nîşan dan.
Li Kervanpinarê sehne bû ya zarokan
Di konsera ku li Taxa Kervanpinarê de, zarokên ku di dirêjahiya Atolyeya Muzîkê ya Gerok de bi darikên rîtmê, boriyên rengîn, darbukayan û materyalên cuda yên muzîkê perwerde dîtibûn, derketin ser sehnê. Konsera ku zarokan tê de repertuvara di dema atolyeyê de bi hev re amade kiribûn gotin, bi beşdariya şêniyên taxê û malbatan bû xwedî dîmenên rengîn.
Zarokên ku hemûyan bi yek dengî stran gotin, rîtmên hîn bûbûn li ser sehnê bi kar anîn û encamên xebatên xwe yên bi hefteyan dirêj bûn bi temaşevanan re parve kirin. Performansa rîtmê û guhdariya muzîkê ya zarokan çepikên temaşevanan girtin, konser di taxê de veguhast şahiyeke çand û hunerê. Di konserê de perwerdekarên Atolyeya Muzîkê ya Gerok jî stran gotin.
Bi konsera li Kervanpinarê zarokan ne tenê stran û rîtmên hîn bûbûn nîşan dan, di heman demê de ezmûna sehnê, kultura bi hev re hilberandinê û behremendiyên xwe yên hunerî yên di dema atolyeyê de bi dest xistibûn, bi malbat û şêniyên taxê re parve kirin.
Zarok bi muzîk, wêne û lîstikan re bextewar bûn
Xebatên ku di çarçoveya Atolyeya Muzîkê ya Gerok de hatin meşandin, tenê bi perwerdeya muzîkê sînordar neman. Zarokan dema ku bi darikên rîtmê û materyalên muzîkê yên rengîn deng û temponan keşf dikirin, beşdarî lîstikên bi muzîkê, lîstikên kolanan ên kevneşopî û çalakiyên sporê jî bûn.
Zarokên ku bi navgîniya muzîk, rîtm, livîn û rengan derfet dîtin ku xwe îfade bikin, hem behremendiyên xwe yên hunerî pêş xistin hem jî ezmûna parvekirin, piştevaniyê û bi hev re hilberandinê jiyan.
Daxwaza welatiyan a ji bo berdewamiya çalakiyan
Di çalakiyê de ku Seroka Daîreya Karên Çandî, Huner û Civakî Zeynep Yaş jî beşdar bû, welatiyan kêfxweşiya xwe ya ji konsera zarokan û xebatên Atolyeya Muzîkê ya Gerok anîn ziman.
Welatiyan bal kişandin ser giringiya xebatên ku beşdariya zarokan a hilberîna hunerî piştgirî dikin û destnîşan kirin ku veguhastina çalakiyên çand û hunerî bo taxên gundewarî tevkariyek giring dide geşedana zarokan. Welatiyan daxwaz kir ku van cure çalakiyên çand û hunerî ku derfetê dide zarokan ku bi hev re hilberînin, par ve bikin û behremendiyên xwe keşf bikin, li taxên din jî berdewam bikin.
Bername dê li Kozan û Karabaşê bi dawî bibe
Dema ku bernameya li Kervanpinarê bi konsera zarokan bi dawî bû, zarokên li Taxa Zorovayê ku yek ji qonaxên herî berfireh ên bernameyê ye jî dê di 1’ê Tebaxê de konserekê bidin. Atolyeya Muzîkê ya Gerok dê di 4’ê Tebaxê de li Taxa Kozanê ya navçeya Sûrê û di 5’ê Tebaxê de jî li Taxa Karabaşê bi zarokan re bê cem hev.
