Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

“Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” bi dawî bû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta zarokan têxe nav çand û hunerê “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar xist. Bername bi dawî hatin.

Serokatîya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta zarokan di bernameyên kuçe û kolanan de şa bike îsal, bo cara pêşîn “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar xist. Bername, bi nimayîşên li Parka Koşuyolu ya Baglarê û Tema Parka li Peyasê bi dawî hatin.

Şaredariya Bajarê Mezin, “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li navçeyên Erxenî, Bismîl, Licê, Karaz, Çinar, Pasûr, Farqîn, Hezro, Pîran, Sûr, Peyas û Baglarê ji bo zarokan bernameyên şano, pandomîmê, jonglêrê û palyaçoyê li dar xistin. Her rojan danê êvarî li parkan bi zarokan bername hatin lidarxistin û zarok û malbatên xwe beşdariyeke coş tê de kir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi taybetî ji xwe re kiriye mebest ku zarokên li gund û navçeyên deralî dijîn bixe nav bernameyên çand û hunerê, bi ve mebestê bernameyên hosa dê bêne lidarxistin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan