“Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” dest pê dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hünere datîne kuçeyan û digihîne zarokan, bi vê mebestê li “Rojên Şanoya Gerok ya Zarokan” li dar dixe. Di bernameyan de ji şano, pandomîn, jonglêr û palyaço heye û dê li navenda bajêr û 10 navçeyan bên pêşandan. Bername 20ê tîrmehê dest pê dikin.
Serokatîya Daîreya Karûbarên Çandê û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta hunerê daxe kuçeyan û bibe ber pêyê zarokan “Rojên Şanoya Gerok a Zarokan” li dar dixe, rojên şanoyê 20ê tîrmehê dest pê dikin. Di bernameyan de şano, pandomîn, jonglêr û palyaço heye û dê li navçeyên Erganî, Lice, Karaz, Çinar, Pasûr, Bîsmîl, Silîva, Gêlê, Hezro û Pîranê bêne pêkanîn. Bername dê 7 rojan bikêşin û 26ê tîrmehê bi dawî bibin. destpêka bernameya li Erganî û Bîsmîlê tê kirin û ji ber germahîya dinyayê bername dê saet 19.30ê bêne pêkanîn.
‘Mebesta me berbelavkirina hunerê ye’
Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Yavuz Akkuzu der barê mijarê de agahî dan û diyar kir ku bername 7 roj in, 5 rojên wê wan ji bo navçeyan veqetandine. Akkuzu bal kişand ku ew bernameyên navçeyan bi hevkariya şaredariyên van deran pêk tînin û got ku ji vir pê de her sal di navbera Gulan-Kewçêrê de dê gelek bernameyên wan ên hunerî hebin. Akkuzu diyar kir ku berê bernameyên hunerî li navendan dihatin kirin, armanc ew e ji vir pê de bernameyên hunerî daxînin nav xelkê û berbelav bikin.
Dê Rojên Muzîkê yên Gerok jî bên lidarxistin
Akkuzzu der barê bernameyên pêşerojê de jî agahî dan û bi bîr xist ku ew ê piştî Rojên Şanoya Gerok her weha Rojên Muzîka Gerok jî li dar bixin. Di van rojan de ligel muzîka modern ew ê cih bidin dengbêjiyê jî û aşkere kir ku ew bername jî hem dê li navenda bajêr hem jî li navçeyan bêne lidarxistin.
Akkuzu bal kişand ku çeşnên jonglêr, palyaço û pandomîmê bêyî axaftin têne biencamdan û got ku mebest ji van janreyan ew e bîner û zarokan jî bi awayekî aktif bixin nav bernameyan û bo pêşketina wan tevkariyê bikin. Akkuzu aşkere kir ku di bernameya wan de 2 şanoyên bi kurdî jî hene û got ku bi vê yekê zarok dê bielimin ku kurdî di qada cemaweriyê de jî tê bikaranîn. Akkuzu, da zanîn ku ev bername dê li park û meydanan bêne pêkanîn û banga tevlêbûnê li hunerhezan kir.
