Saçaklidir: Îdiayên der barê stargeha heywanan de rast nîn in
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Vahap Saçaklidir, der barê îdiayên ser Navenda Rehabîlîte û Stargeha Heywanan de daxuyandiyek da û got, “Em îdiayên ku dibêje em heywanan bi dermanên huşber dikujin red dikin û qebûl nakin. Me ew heywan şandin Elezîzê. Em ê encamên otopsîya wan bi çapemeniyê re parve bikin.”
Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Vahap Saçaklidir, der barê îdiayên ser Navenda Rehabîlîte û Stargeha Heywanan de daxuyandiyek da. Saçaklidir, da zanîn ku ew nûçeya îdia dike ku Şaredariya Bajarê Mezin heywanan bi jehrê dikuje dûrî rastiyê ye û got ku berevajiyê wan xebatên nûkirina stargeha Heywanan daye destpêkirin û xebatên wan bo ‘bajarekî dostê heywanan’ hene.
Ew ê encamên otopsiyê bi çapemeniyê re parve bikin
Saçaklidir der barê nûçeyên di çapemeniyê de daxuyaniyek belav kir û got, “Hayê me pê heye ku di Stargeha Heywanan de 6 ajal eks bûne, yanî mirar bûne. Ji wan sê heywanên biçûk bûn û hayê me bi wan heye. Gava me seha wan kir, van heywanan nikaribu şîrê maka xwe bimijin û demeke kin ew warik mirar bûn. Yek ji wan heywanên mirarbûyî jî li ser cadeya mezin a tenişta stargehê erebekê lêxistiye û mirar bûye. Ya dî jî heywaneka gir bûye, dema êm danê, navbera wan alozî çêbûye û di encamê de heywaneke mezin mirar bûye. Yanî me ev heywan bi dermanên huşber bi jehrê nekuştine. Ev îdia derew û dûrî rastiyê ne. Me ji bo otopsîya wan heywanan em şandin Elezîzê. Gava ku encamên otopsîyê derketin, em ê bi raya giştî re parve bikin.”
Saçaklidir bal kişand ku di îdiayan de hatiye gotin ku em heywanan birçî dihêlin, em van îdiayan red dikin û weha got, “Em bi ispat vê îdiayê red dikin. Çimkî em her roj sê danan alifê heywanan ji Bazgeha Jetan a 8ê werdigirin. Ligel vê em êmî ji Herêma Cendermeyan a Devegeçîdiyê û Kolorduya 7ê werdigirin. Ev îdia derew in.”
'Em ê Amedê wek bajarê dostê heywanan îlan bikin'
Saçaklidir, diyar kir ku ev îdiayên pûç û bêbingeh tev li aliyekî, em niha lê dixebitin ku li vî bajarî jiyaneke rast û durist bi heywanan re saz bikin. Saçaklidir bal kişand ku ew bo vê yekê Stargeha Heywanan nû dikin û got ku ew ê bajêr bikin bajarekî dostê heywanan ku heywan bi azadane tê de bijîn. Saçaklidir weha got, “Me plan heye li 110 cihên bajêr qabên vexwarinê û êmî bo heywanan bi cih bikin. Me ev projeya xwe bi gelek sazî û kesanên heywanhez re parve kiriye. Xebatên me hene û heta 10 rojan dê zend û bendên xwe badin.”
