Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şagirt bi turnuvayên sporê stresa xwe dibin

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo şagirtên li Akademî Lîseyê bi awayekî bêpere perwerde dibin stresa xwe bibin turnuvayên sporê li dar dixe, turnuva dest pê kirin.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê, li Akademî Lîseya ku bi mebesta xwendekarên lîseyê bo ezmûnên zanîngehê bên amadekirin hatiye vekirin, kelecana turnuvayên sporê heye.

Pêşbaziyên bi xebat ên turnuvayên basketbol û futbolê dê li Dezgehên Futbol^yên Baxcilarê û Salona Girtî ya Sporê ya Talaytepe bêne leyîstin.

Di turnuvayê de şagirtên keç û kur dê di nava xwe de tîmên xwe ava bikin û pêşbaziyê li dar bixin, qe nebe ji ber giraniya dersan dê hinekî stresa xwe bibin.

Turnuva dê li gorî rêbaza elemekirinê bêne leyîstin û şagirt tê de hunera xwe werzîşê pêşkêş bidin.

Di encama turnuvayan de di branşên futbol û basketbolê de serkeftî dê xelatên cur bi cur bistînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan