Şagirtên Akademiya Zarokan a Diyarbekirê xelat kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya ‘Projeya Akademiya Zarokan a Diyabekirê’ de ji bo 5 hezar zarokên 7-15 salî yên astengdarên zihnî, bedenî, hestyarî û civakî pêşbirkek dabû destpêkirin, şagirtên serkeftî hatin xelatkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya ‘Projeya Akademiya Zarokan a Diyabekirê’ de ji bo 5 hezar zarokên 7-15 salî yên astengdarên zihnî, bedenî, hestyarî û civakî pêşbirkek dabû destpêkirin, şagirtên serkeftî hatin xelatkirin. Proje ligel Midûrtiya Perwerdeya Bajêr li 15 dibistanan hate lidarxistin û di pêşbaziyê de di bin ser navên perwerde, civakî, huner û ragihandinê de ji bo şagirtan hin pêşbirk û bername têne lidarxistin.
Şagirtên serkeftî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin xelatkirin. Merasîma xelatkirinê li Sumerparkê hate pêkanîn û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Hayrullah Akyildiz ligel giregirên beşan û şagirt û malbatên wan di merasîmê de amade bûn. Di encamê de şagirtên serkeftî xelatên xwe wergirtin.
