Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şahiya Zarokan hate lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yenîşehrê bi hevparî li Meydana Şêx Saîd Şahiya Zarokan li dar xist û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Adnan Selçûk Mizrakli û Hevseroka Şaredariya Yenîşehrê Belgîn Dîken beşdarî şahiyê bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Yenîşehrê bi hevparî li Meydana Şêx Saîd Şahiya Zarokan li dar xist û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Adnan Selçûk Mizrakli û Hevseroka Şaredariya Yenîşehrê Belgîn Dîken ligel malbatên zarokan beşdarî şahiyê bûn. Ji bo zarokên beşdar çalakiya rû rengandinê hate lidarxistin. Li platforma ber Konê Fitarê serê pêşîn şano hate lîstin. Lîstika bi navê “Sê Ezazek” ji aliyê zarokan ve bi eleqeyeke germ hate temaşekirin.

Piştî şanoyê ji aliyê Cejna Sezgîn ve çîroka “Gur û Heft Karik” hate xwendin. Şahiya Zarokan bi pêşkêşkirina stranên Ma Muzîkê bi dawî bû. Zarokan li ber stranên Ma Muzîkê govend gerand û xelkê li benda fitarê jî bi çepikan kêfxweşiya xwe bi zarokan re parve kirin.

Mizrakli beşdarî vê şahiyê bû, welatiyan bi coş pêşwazî lê kir û di xizmetguzariya wî de serkeftin jê re xwest. Mizrakli bi zarokan re eleqeyeke jidil nîşan da û dem bi dem bo bîrhatin wêne girtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan