Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî Bazdana Komarê ya Bi Xelat li dar dixe

Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya pîrozbahiyê 29ê Kewçêrê Cejna Komarê de roja 26ê kewçêrê Bazdana Komarê ya bi Xelat li dar dixe.

Îsal bo cara pêşîn ji aliyê Serokatîya Daîreya Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin ve “Bazdana Komarê ya bi Xelat” tê lidarxistin. Ji bo beşdarîya pêşbaziyê serlêdan li Firoşgeha Ceylanê û Sumerparkê tên pejirandin.

Start ji Îİçkaleyê tê dayîn

Pêşbaziya Bazdana Komarê ya Şaredariya Bajarê Mezin, di çar kategoriyan de tê lidarxistin. Bazdan 3 kîlometir rê li xwe digire û roja 26ê kewçêrê saet 15.00ê ji Îçkaleyê dest pê dike û li ber Şaredariya Bajarê Mezin bi dawî tê. Ligel Şaredariya Bajarê Mezin, Midûrtiya Perwerdeya Milî jî hevkarê pêşbaziyê ye.

Ji heft salî heta heftê salê her kes dikare beşdarî pêşbaziyê bibe û serkeftiyê bazdanê ligel madalyayê dê bi xelatên surprîz bêne xelatkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan