Şaredarî bi xebatên rêyan berdewam e
Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Gundogan a bi ser navçeya Yenîşehrê 4 dekar zift li ser rêya Cadeya Şêx Said darêt.
Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesaziyê û Çêkirina Rêbiwaran a Şaredariya Bajarê Mezin, li Taxa Gundogan a bi ser navçeya Yenîşehrê 4 dekar zift li ser rêya Cadeya Şêx Said darêt. Rê 450 metre dirêj e û 8 metre pahniya wê heye, ekîbên şaredariya bajarê mezin, demsala zivistanê girte ber çav û xebat li ser vê rê meşand. Rêya navbera sîteyan û cadeyê jî hate qîrkirin.
Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesaziyê û Çêkirina Rêbiwaran a Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr, ji bo zivistanê xelkê bajêr di rêyan de tengav nebe û şerpeze nebe, xebata çaksaziyê li ser rêyan dimeşîne.
