Şaredarî hawirdora Mizgefta Qurşinî şên dike
Şaredariya Bajarê Mezin, lez da xebatên şên û hêşînkirina derdorên Mizgefta Qurşinî ku tê çaverêkirin meha Remezanê bernameyên dînî lê bêne kirin. Ev mizgeft li navçeya Sûrê ye.
Serokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan, di çarçoveya xebatên peyzajê de 62 darên ji cur û celebên cüda û 201 binên deviyan li vê derê çandin û zemîna wê qadek 15 donim çîmê rulo lê çand.
Berî xebatên peyzajê Serrokatiya Daîreya Park Baxçe û Şîngehan xebatên binesaziyê li vê derê meşandin û pişt re li hawirdora Mizgefta Qurşinî dar û ber hatin çandin, hawirdora wê bi mêrg û çîman hate xemilandin.
Ji Dergehê Serayê heta Mizgefta Qurşinî li ser wê rêgehê, ji bo zarokan yarîgeh hatin sazkirin û ji bo şêniyên bajêr lê rûnin û vehesin jî kursîkên rûniştinê hatin bicihkirin.
- Walî Munîr Karaloglu, serdana deverê kir
Walî Munîr Karaloglu, serdana xebatên peyzajê yên li hawirdorên Mizgefta Qurşinî kir û der barê xebatan de agahî wergirtin. Tê payîn ku mizgeft bo bernameyên meha rojî remezanê amade bibe.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo geşkirina dîmena bajêr û ji bo avadenkirina wî, dê xebatên xwe yên li refûj, bulvar, park û seyrangehan berdewam be.
