Şaredarî hawirdorên Sûran paqij dike
Şaredariya Bajarê Mezin, xebata paqij û maliştina bin û hawirdorên Sûran da destpêkirin. Karê paqijiyê tevahiya hefteyê ye.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo jîngeheka paqijtir bêrawestan xebatên xwe didomîne. Serokatîya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi ekîbeka qerebalix li derdora sûr û bircên tarîxî xebata maliştinê da destpêkirin.
Xebata paqijiyê dê tevahiya sûran li xwe bigire, dê nava bircan û derdora wan bête maliştin. Plan ew e xebata paqijiyê nava hefteyekê de bi encam bibe pê re nava sûran û derdora wê dê tim di bin kontrolê de be da ku neyê lewitandinê. Piştî paqijiyê nava sûran û derdorê wê dê jig il û giya bê paqijkirin û paşê jî dê derman lê bê reşandin da ku mar, dûpişk û kêzik lê venehewin.
