Şaredarî her meh xwerekê dide 5 hezar malbatî 42 hezar welatî
Şaredariya Bajarê Mezin, li 17 navçeyan ji bo 5 hezar malbat û 42 hezar kesên xizan ku berê ji aliyê Weqfa Hevgirtin û Alîkariyê ya Civakî ve hatine destnîşankirin, yarmetiyê belav dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi talimata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li 17 navçeyan ji bo 5 hezar malbat û 42 hezar kesên xizan ku berê ji aliyê Weqfa Hevgirtin û Alîkariyê ya Civakî ve hatine destnîşankirin, yarmetiyê belav dike. Ev helmeta alikariyê ya şaredariyê vê mehê dest pê kir û hat diyarkirin ku ev helmet dê 12 mehan bidome. Di tevahiyê de tê çaverêkirin 60 hezar qolîyên xwerekê bên belavkirin.
Hate aşkerekirin ku serperiştiya vî karê belavkirina xwerekê bo xizan û destengan dê b,i destê Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin ve bête meşandin.
