Şaredarî ji ciwanên Diyarbekir re kursa fotokêşiyê vedike
Şaredariya Bajarê Mezin bi navê Perwerdeya Bingehîn a Fotokêşiyê kurseke fotogiriyê vedike û serlêdanên bo beşdariya kursê dest pê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ciwanên Diyarbekirê cur bi cur kurs vekirine; hin ji wan kursên pîşeyî, hin jê çandî û hunerî ne, niha kurseke nû vedike. Şaredarî di bin banê Serokatiya Daîreya karûbarên Çand û Civakî de ji bo hobi û pîşeyî ji ciwanan re kursa Perwerdeya Bingehîn a Fotokêşiyê vedike. Beşdariya bo kursê dê sînordar be û kurs dê heta 26’ê adarê berdewam bike.
Kesên dil heye beşdarî vê kursê bibin, divê têkevin malpera https://form.jotform.com/210733015599961b û forumê dagirin û qeyda xwe çêkin. Kurs dê li Navenda Çand û Kongreyê bêne kirin û di encamê de sertîfîka tê dayîn.
