Şaredarî kantînên nexweşxaneyan seh dike
Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta tenduristiya gel biparêze û rê li ber qezanca neheq bigire saxtîyê li kantînên nexweşxaneyan dike.
Serokatîya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin, li ser gil û gazinên welatiyan, ligel ekîbên Midûrtiya Bazirganiyê ya Bajêr, Serokatiya Daîreya Bacan û DESOBê bi mebesta tenduristiya gel biparêze û li ber qezanca bi neheqî bigire saxtî li kantîn, kafe û xwaringehên li deroberên nexweşxaneyên bajêr kir. Di saxtiyê de ekîban, ruxset, lewheya bacê, tarîfeya buhayî, qeyda li jûrê û dema bikaranîna dawîn a erzaqan seh kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi daxuyaniyekê bal kişand ku ew guhdana gilî û gazinên welatiyan dikin û bang li esnafan dikin ku guhdanê bi prosedurên qanûnî bikin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ew ê van sehkirinên xwe bidomînin û hate gotin, çawa wan saxtî li nexweşxaneyên dewletê kiriye ew ê li nexweşxaneyên taybet jî bikin.
