Şaredarî li gundan depoyên avê datîne
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo li gundan karibin serderiyê bi pirsgirêka bêavîyê re bikin depoyên avê yên bi pêpik çêdike.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ), ji bo welatî hem li navenda bajêr hem jî li taxên derakî karibin xwe bigihînin aveke bijûn û paqij projeyên xweş bi pêş dixe.
Ekîbên DÎSKÎ’yê, bi vê boneyê li gundên Geyîktepe û Yaytaşê ku bi ser navçeya Yenîşehrê ne depoyên avê yên bi pêpik çêdike, ev depo karin 50 metrekup avê hilgirin.
Di çarçoveya xebatan de li her du gundan xetên avê yên 480 metre dirêjî wan heyî cî bi cî dike.
“Em hewl didin avê bigihînin gundê herî dûr jî”
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, xebatên li van herdu gundan seh kirin û der barê wan de agahî dan.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Firat Tutşî, diyar kir ku ew lê dixebitin ku ava paqij bigihînin heta quncikê herî dûr û gundê herî dûr û weha got:
“Em hewl didin, xizmetê bigihînin gundê herî dûr jî. Me li her quncikê parazgehê pêdiviyên welatiyan diyar kirin û em ê ji bo pêkanîna van pêdiviyan bixebitin.”
