Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî li seranserê bajêr dezenfektê dike

Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî coronavirûsê (Covit -9) li qadên cemaweriyê xebatên dezenfektekirinê didomîne. .

Bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê û Serokatîya Daîreya Parastina Jîngehê li seranserê bajêr li dijî coronavirîsê xebatên paqijî û dezenfektekirinê dimeşîne.

Di çarçoveya xebatan de, ekîban li Cadeya Sento ya li navçeya Baglarê xebatên dezenfektekirinê meşandin. Xaniyên kavil ên ser vê cadeyê, konteynirên gelaşî, bankên rûniştinê, rawestgehên otobûsan, peyarêk, ber kargehan û qadên cemaweriyê ku welatî bi tomerî bi kar tînin hatin paqijkirin û dezenfektekirin.

Berî xebata paqijiyê xebatkaran dowiz bi mebesta hişyarkirina welatiyan hildan, li ser dowizan nivîsandiye “Em Ji Bo We Paqij Dikin, Di Malan De Bimînin Diyarbekirino û Di Malan De Bimînin Tirkiyeyîno” welatiyan jî bi çepikan piştgiriya karmendên paqijiyê kir. Heta ku virûs bi dawî bibe ev xebata maliştin û paqijkirina şaredariyê dê dewam bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan