Şaredarî perwerdeya hîjyenê dide
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên dibistana seretayî perwerdeya bikaranîna zexîreyan, paqijîya kesayî û xwe xwedankirinê dewam dike.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo pêkanîna bajarekî paqij û ji bo kesayetên jîr û zana peyda bibin, perwerdeya paqijî û hîjyenê li dibistanan da destpêkirin. Wezifedarên bi ser Yekeya Kontrolkirina Zexîreyê ya bi ser Serokatîya Daîreya Tenduristî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Dibistana Ogretmen Mehmet Sabrî Guzel ya li navçeya Yenîşehrê perwerdeya xwe xwedankirin û hîjyenê pêk anî.
Perwerde ji bo xwendekarên pola sêyan hate kirin û bi slaytan hîjyenî û çawanîya bikaranîna zexîreyan û der barê xwe xwedankirinê de ders hatin dayîn. Xwendekaran jî bi pirsên xwe beşdarî di dersan kir û pisporan bersivên wan dan. Ev perwerdehîya şaredariyê dê li dibistanên din dewam bike.
