Şaredarî perwerdeya mafên jinan dide
Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 5ê Berfanbarê Roja Mafên Jinan a Cîhanî ji bo kursiyerên jin bernameyek li dar xist û tê de behsa mafên jinan kir.
Serokatîya Daîreya Xizmetên Jinan û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya 5ê Berfanbarê Roja Mafên Jinan a Cîhanî ji bo kursiyerên jin bernameyek li dar xist û tê de behsa mafên jinan kir. Bernameya perwredeyê li Loqala Xaniman û Navenda Sporê hate pêkanîn û kursîyerên Navendên Jiyanê yên Jinan tê de amade bûn.
Perwerde ji aliyê Pispora Xizmetên Civakî Fatma Kikizade û Bahar Dursak ve hate dayîn û di bernameyê de behsa mafên jinan hate kirin.
