Şaredarî pirsgirêka têketina otogarê çareser dike
Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, diyar kir ku têketina Otogarê (DİŞTİ) ku eksê pîvanên trafîkê hatiye çêkirin dê ji nû ve bête dabînkirin û li gorî pîvanan bêt çêkirin û bidin ber xizmeta xelkê bajêr.
Şaredariya Bajarê Mezin, gazin û pirsgirêkên welatiyan dide ber çavên xwe û demildest çareseriyan jê re dibîne. Bi vê mebestê Şaredarî, têketina DÎŞTÎyê bi egera ku derveyî rêgezên trafîkê hatiye dabînkirin û dibe sebeba qezayan, ji nû ve çêdike. Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, li ser gazin û giliyên welatiyan, destê xwe da bin barî û bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavek avêt. Li ser vê ekîbên bi ser Serokatîya Daîreya Kordînasyona Binesazî û Çêkirina Rêbiwaran zend û bendên xwe şidandin û dest bi xebatê kir. Walî Guzeloglu, ligel Midûrê Asayîşa Bajêr Şukru Yaman hatin cihê bûyerê û der barê xebatê de daxuyaniyek da.
Walî Guzeloglu, di daxuyaniya xwe de bal kişand ku gava welatî derd û gazinên xwe ji Walîtîya Diyarbekir û Şaredariya Bajarê Mezin re radigihînin, ew demildest projeyên çareseriyê bi pêş dixin û pêngavên pêwist diavêjin.
