Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî piştgiriya klûbên amator dike

Şaredariya Bajarê Mezin, bi slogana “Pêdawîstî temam Spor dewam” bi beşdariya Waliya Diyarbekirê Munîr karaloglu, ji bo 201 klûbên amator ên di 24 branşên cihê cihê de sporê dikin, dê 62 hezar û 496 pêdawîstiyên sporên yên bi 148 cureyan belav bike.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi slogana “Pêdawîstî temam Spor dewam” dê alîkariya belavkirina pêdawistiyên werzîşê bi 201 klûbên amator re bike. Mebesta vê alîkariyê piştgirîkirina sporên amator e, 62 hezar û 496 pêdawîstî werzîşê dê li van klûban bêne belavkirin, ev klûb dabeşî 24 branşên cuda cuda ne û 148 cureyên kel û pelan tên belavkirin. Bi van kelûpelan dê pêdiviya sezonekê ya van klûban bête dabînkirin.

Walî Karaloglu jî beşdarî bernameya belavkirinê dibe

Ev kelûpel dê 8’ê Kewçêra 2020’ê roja Pêncşemê saet 16.00ê li Navenda Sporê ya Talaytepê ya Şaredariya Bajarê Mezin bête belavkirin, di bernameyê de, ligel waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, rayedarên van klûban û leyîzkerên wan dê di bernameyê de amade bin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan