Şaredarî raçaviyên xwe didomîne
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo peyarêk ji aliyê welatiyan ve bi rehetî bêne bikaranîn û çi dagirkerîya seyarfiroşan li wan nebe, raçavkirinên xwe şidandin.
Ekîbên Zabiteyê yên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo esnafên peyarêkan dagir dikin, raçavkirinên xwe zêde kirin. Ekîbên Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin ligel ekîbên Zabiteya Şaredariya Sûrê, li ser cadeya Gazî raçavkirinên xwe şidandin û esnaf û seyarfiroş der barê dagirnekirina peyarêkan de hişyar kirin.
Kargehên ku peyarêkan ji bo bazarê bi kar tînin hatin hişyarkirin û her weha xwedanên otomobil û motorsîkletên danîne ber rampeyên astengdaran jî hatin hişyarkirin. Erebokên seyar ku dibin sebeba qerebalixê jî hatin hilanîn û hate gotin, heke dagirkirina peyarêkan dewam bike, dê ceza li wan bête birîn. Ekîbên zabiteyê, raçavîyên xwe bêrawestan dê bidomîne.
