Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî rê nade dagiriya ser peyarêkan

Şaredariya Bajarê Mezin, li navçeya Sûrê kontrol ser peyarêkan kir û li Cadeya Gazî û Cadeya Mêrga Ehmed dagirkirina peyarêkan ji aliyê seyarfiroş û dukandaran ve bi dawî kir û kelûpelên li peyarêkan bo firotinê hatine danîn, rakirin.

Serokatiya Daîreya Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr, bêyî ku navberê bidê peyarêkan kontrol dike da ku seyarfiroş û xwedanên dukanan kelûpelên wan lê bi cih nekin. Bi vê mebestê, zabiteyên şaredariyê, Cadeya Gazî û Cadeya Mêrga Ehmed ya Sûrê, dagirkirina peyarêkan ji aliyê seyarfiroş û dukandaran ve bi dawî kir û kelûpelên li peyarêkan bo firotinê hatine danîn, rakirin.

Mudaxeleya li peyarêkan, ji aliyê Zabiteya Şaredariya Bajarê Mezin, bi piştgiriya Zabiteyên Şaredariya Sûrê û ekîbên Asayîşa Sûrê ve hate kirin û di kontrolên xwe de ekîban, tespit kir ku li peyarêkan kelûpelên firotinê hatine bicihkirin û cih hatiye bertengkirin. Ekîbên zabiteyê, ji dukandaran xwest peyarêkan vala bikin û dezgehên xwe ji ser rêya hatûçûna sivîlan rakin. Pê re dest tê werda û ji bo seyarfiroşên guh bi hişyariyan nekiriye ceza hate birîn.

Şaredariyê daxuyand ku mebesta van destwerdanan ew e bajêr bibe bajarekî xweş û birêkûpêk û hate gotin ku ew ê sehbêriyên xwe bidomînin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan