Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî xizmên nexweşan dike mêvan

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmên nexweşên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Dewletê û Nexweşxaneya Lêkolînê tên razandin, ji bo Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin vexwendin.

Şaredariya Bajarê Mezin, xizmeta mêvandariyê ji bo xizmên nexweşan dike. Nexweşên ku ji derveyî bajêr hatine û di van rojên teng û berfî de nikarin li ti dereke stare bibin, bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, deriyê Mêvanxaneya Şaredariyê li xizmên nexweşan vekir. Lewra jî xizmên nexweşên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Dewletê û Nexweşxaneya Lêkolînê tên razandin, ji bo Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin vexwendin.

Rayedarên bi ser Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî serdana van hersê nexweşxaneyan kir û ew gazî Mêvanxaneya Şaredariyê kirin. Rayedaran broşûr û kartvîzîtên der barê vê pêkanînê de li ber nexweşxaneyê li welatiyan belav kirin û afiş li panoyên bajêr deliqandin.

Mêvanxane di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xizmetê dide, ji 138 odeyan û 391 nivînan pêk tê, tê de sarkera biçûk, televizyon, makîneya porzuhakirinê, pêşgîrk û kelûpelên xwemalî mîna şampuan, sabun û hwd hene. Di vir de taştê didin xizmên nexweşan, xizmeta revîrê tê kirin, şêwirmendiya derûnî, cilşoxane, utî ev xizmet tev bêpere têne kirin. Her weha hin rojan jî ji bo xizmên nexweşan şevbihêrk têne lidarxistin da ku morale xwe xweş bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan