Şaredariyê 360 hezar kulîlkên havînî hilberandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şitilên dar û kulîlkan di bin banê xwe de hildiberîne û pê park, baxçe, refûj û peyarêkan hêşîn dike. Ji 360 hezar kulîlkên havine 200 hezarê wan li deverina bajêr hatin danîn.
Midûrtiya Şaxa Şitildankê ya bi ser Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo li park, parçe û refûjan bêne danîn di bin banê xwe de şitil û ajarên nebatan diçîne. Şitildank li TOKîya Seyrantepeyê ye û ekîbên şaredariyê wan bo cihên çandinê diguhêzin.
Ekîbên şaredariya bajarê mezin heta niha 200 hezar şitil danîne û tê çaverêkirin şitilên mayî jî bên daçikandin.
