Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê Ahmet Kaya bi bîr anî

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya bernameyên çand û hunerî yên meha Mijdarê de 20emîn salvegera mirina Ahmet Kaya bi bîr anî. Bername bi navê “Ji Ustadî re Rêz -20 Salên bêyî Wî” hate lidarxistin.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya xebatên çand û hunerê yên meha Mijdarê de ji bo bibîranîna koça dawîn a Ahmet Kaya bernameyek bi navê “Ji Ustadî re rêz -20 salên bêyî Wî” hate lidarxistin. Ahmet Kaya di 16ê Mijdara 2000’î de li Fransayê koça dawîn kiribû. Di bernameyê de Koroya Muzîkê ya Şaredariya Bajarê Mezin stranên Ahmet Kaya gotin. Bername li Navenda Çand û Kongreyê hate lidarxistin û ligel stranan jiyana Ahmet Kaya bi sînevîzyonê hate nîşandan.

Di bernameyê de li gorî tevdîrên (Covîd-19) têlikiya fîzîkî li ber çavan hate girtin û maske hatin bikaranîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan